!

Pîroznama /P.Y.D.K.S/ ji civata şêwrê ya kongira netewî ya Kurdistanî re

مشاهدة
Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê
Efrîn 30.09.2017
---------------




Pîrozname
Ji dîwana kargêriya

civata şêwrê ya kongira netewî ya Kurdistanî re 
............Beşdarên birêz


Silav û rêz, digel hêviyên me yên gerim bona serkeftina vê civata we ya dîrokî ku, li ser vê xaka pîroz li Rimêlana cî û warê Kurdan li bakurê Sûriyê tête lidarxistin. Herweha bawerî li cî ye ku, berhemên civata we, dê li gor giringî û pêdiviyên têkoşîn û berxwedana tevahiya gelê Kurd bin, û qonaxa ku, gelê Kurd li Sûriyê tê re derbaz dibe, ciyê rawestinê be, bi hêviya ku, em tev mil li mil li piroja Sûriyeka demokrat û nenavendî bibine xwedî, û di çerçewa yekîtiya wê de, mafên me yên netewî bêne naskirin. Lewre jî, bi her hawî li rola yekîniyên parastina gel YPG – YPJ, herweha li hêzên Sûriya demokratîk, em tev alîgir û piştgirbin, bona dostanî û biratiya gelan, bona aştî, azadî û wekheviyê.
Careka dî bi navê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê, em lidarxistina vê civatê pîroz dikin û serkeftinê jê re dixwezin.
Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê Partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

ليست هناك تعليقات